Partîya Civaka Demokratîk DTP dîsa bi awayekî awarte kom bu. DTP’îyan ifade kirin ku ew wek berpirsiyarîyên xitmandiina pêşîya siyasetê tên dîtin û ew wan vê nirxandinê dijî ahlakî bin av kirin.
Hevserokê DTP Ahmet Turk da zanîn ku wan di civînê de li ser mijarên vekişîna ji meclîsê û rewşa rêvebirîya heremî jî niqaş kirine. Ahmet Turk got ew hewldidin ku pirsgirêk bi rêya diyalogê were çareserkirin lê her dem ew wek hedef tên nişandan ji bo pirsgirêkan. Birêz Turk ji ber ku ew hedef nişandan serokwezîrê Tirkiye Recep Tayyip Erdoğan jî rexne kir û got ku “berpirsîyarîyên egera doza girtina partîya me ji xitimandina siyasî pêk tê.” Herweha hevserokê DTP got ku eger ji dil bêdengkirina çekan neyê xwestin DTP ji bo iknakirinê nikare bibe xwedîyê bandoreke.
Ahmet Turk da zanîn ku eger DTP were girtin ewê li parlemenê nemînin û bajervan û endamên meclîsê ya giştî jî piştevanîya vê biryarê dikin da ku 98 bajervanîyê DTP hene. Ahmet Turk destnîşan kir ku ew ji bo aşitî û dîyalogê amadene û ewê piştî civîna xwe ya komî ya parlametoyê hizrên xwe dê rave bikin da ku di derbarê girtina doza partîyê de dê iro pêk tînin. Herweha da zanîn eger ihtimala helbijardina ku di demekî nêz de were kirin derkeve holê ewê careke din xwe namzet nişan nedin. Ahmet Turk nerazîbunên xwe got li hemberê kesên ku DTP berpirsê bizavên dawî didin nişandan.
Ji roja 27 mijdarê vir de ji alîyê Kurdan, li gelek bajar û navçeyên Tirkîyeyê xwepêşandan pêk hatin ji bo şert û mercên Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li girava îmarlîyê tê girtin. Hate ragihandin ku di nav vî deh rojê dawî da 770 kes hatin desteserkirin ku ji wan 117 kesê wî jê cezaya zindanê li wan hat birin. Herî dawî ji roja yekşemê li Diyarbekir di xwepêşandanê xortekî 23 salî ku dexwendekareke zaningeha Dicleyê bu hat kuştin.
Doza girtina DTP roja sêşembî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dest pê dike. Eger ji 11 endamê dadgehê herî hindik 7 kes jê li hemberê DTP deng bidin dê DTP were girtin û tevî ku 8 parlamenter jî tê de li 221 endam û rêvebirên DTP’ê rêya siyasetê were girtin.
Her weha wezîrê karê hundir yê Tirkîyeyê Beşîr Atalay, li ser pêşveçûnên dawî doh civinek çapamenîyê li dar xist. Çend roj berêhevseroka DTP Emine Ayna, li ser rewşa Abdullah Ocalan û doza DTP gotibu ku “ Pengava rê vekirina Pirsa Kurd jî bi kirarîyên – muameleyên- İmralîyê û bingehên êrişên ku li izmirê ser DTP pêk hatî re bi dawî bu.” Beşir Atalay li ser vê daxuyanîyê doh di kombunê de got ku “muatabê me millet e. Wezir Atalay li bi eşkere nebêje jî gotinên xwe di ber DTP’e de avêt û got “Ew kesên ku ji bu egerên biçuk dixwazin xisar bidin pengavê dê milletê me qet wan efû neke. Emê vê pengavê qurbanê terorê nekin.
Beşir Atalay ifade kir ku pengava demokratik dê bi tekoşina terorê dê bidome û bizavên provakatif jî di nêz da dişopînin çi gerek be dê ewê were kirin. Herweha Beşir Atalay li ser doza girtina DTP jî rawestîya û got ku “ em li hemberê girtina partîyane. Emê bi di baldarîyek mezin vê pêşveçûnê û ihtimalên encamên dozê dinirxînin.
Ji alîyê dinê va doh li bakur rojahelata Tirkiye li Reşadîyeya navçeya Tokat’ê di êrişeke de heft serbazên Tirk hatin kuştin 3 kes jî birîbar bun. Rêxistin an kesên ku êrişê pêk anîne nayê zanîn lê li gor ragihandinên fermî di demê borî da li wê heremê rêxistinên Marksist Leninst yê çepgirên Tirkan bizav û êrişan pêk dianîn.