Roja Mafên Mirovan ya Navnetewî pêşkeftin û têkçûnan deranî holê

Îsal 10ê meha 12 dibe 61. salvegera mor kirina Daxuyannameya Cîhanî ya Mafên Mirovan. Ev belgename ji alîyê Neteweyên Yekgirtî ve hatîye amade kirin û têde 30 maf hatine nivîsîn ku ji mafê jîyanê destpêbike heta mafê negirtina her kesekî bêy demeke dîyar kirî, her mirov yek bi yek xwedîyê wan hemu mafan e. Şareza û pisporekî sereke yê mafên mirovan îsal li cîhanê bala xwe dide deverên ku mafên mirovan lê balê kêşaye.

Îsal li Îranê xwenîşandaneke mezin bi rêberatîya xwendekaran bi dehan hezar kesan daxist kûç û kolanan. Tehranê bi zordestîyeke ku bi dadgehkirinên ne rewa, girtin û cezayên tund xwenîşander tepeser kirin.

Tehran yek ji wan deveran e ku Tom Malinowsky şarezayê li Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan li Washingtonê bala xwe didê.

Belê Malinowsky dibêje di warê mafê mirovan de li cîhanê di van 40 salên buhurî de herwisa hin pêşkeftin jî hene ku dilê mirovî pê xweş dibe. Wek mînak dibêje li cîhanê xelk zêdetir agahdar in ku mafên wanî bingehîn hene û ev maf hem di qanunên netewî hem jî di yên navnetewî de hatine nivîsîn. Jibo pêşkeftinan Malinowsky herwisa behsa biryarnama girtina serokê Sudanê dike.

Jibo têkçûn û neserkeftinan jî dibêje li Rusya rojnamevan û ronakbîr têne kuştin û tepeser kirin, nêzî 300 hezar kes mirine û bi milyonan kes hatine bê cîh û war kirin li devera Darfurê li Sudanê di şerrê navbera hêzên hikumetê û serhildayan de. Herwisa li Burma Aung San Suu Kyi hêjta girtî ye û li Çînê kêmanîya Uygur tête tepeserkirin.