Peqîna Madena Komirê, li Tirkîye 19 Kes Kuştin

Di encama peqîneke madena komirê, li rojavaya bakûra Tirkîye, 19 kes hatine kuştin.

Wezîrê Kar Omer Dînçer got, rêka binî 220 metreyan, ku karker tê de kar dikirin bi temamî hilweşîya. Dînçer her wiha got, xebatkarên hawar çûnê gelek hewil dane, jibo derxistina gazên methane yên agirgir bo dervayê madenê.

Omer Dinçer got, ew zehmetî dikşînin ku termên karkerên mirî derexin û divê jinûve destekê ava bikin û hedî hedî û bi baldarî bixebitin.

Xebatkareke hawar çûnê got, wî di nav kavilan de termên şewitî dîtine û dest û kincên wan hemî sotabûn.

Karbidest dibêjin, ew bawer dikin peqîn jiber gaza methane rû daye.