Endamêt mezintirîn partiya ser bi Kurdan li Tirkiyê biryar da di parlemanê de bimînin li ser hindê ra ku berbend kirina partiya wan ji aliyê dadgehê ve bu egera xwenîşandanêt bi alozkarî li wî welatî.
Serokê Partiya Civaka Demokratik, Ahmet Turk, dibêjit 19 endamêt partiyê li parlimanê 550 endam kar vekêşana xwe nadin.
Turk dibêjit qanundanêer di pişikdarî Partiya Aştî û Demokrasîyê ya ser bi Kurdan bin.
Çaverê dihate kirin ku her 19 endam kar vekêşana xwe bidin jiber biryareke hefteya borî ya Dadgeha Qanûna Bingehîn ku Partîya Civaka Demokratîk berbend kirîbû. Dadgehê biryar da ku ew partî tawanbare bi azirandina alozkarîyan û hebûna peywendîya bi Partîya Karkarên Kurdistanê, PKK.
Biryara dadgehê bo eger ku piştevanêt wê partiyê li bajêrêt Tirkiya xwenîşandanan bikin û navbera polîs u xwenîşanderan lêkdan bibin.