Wezîrê navxwe yê Tirkîye seredana Hewlêrê kir

Wezîrê navxwe yê Tirkîye Beşir Atalay roja duşembî seredana Herêma Kurdistana Îraqê kir.

Li Hewlêrê, birêz Atalay bi karbidestên Herêma Kurdistanê re civiya ji wan serokê herêmê Mesûd Barzanî.

Wezîrê navxwe roja yekşembî seredana xwe bo Îraqê dest pêkir û li Bexda ligel karbidestên Îraqî û Amerîkî kom bû li çarçûva kombûnên sê-alî yên taybet bi serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê.

Ji bo pêzanînên pitir derbarê seredana birêz Atalay, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.