Li Pakistanê Karbidestek û Pênc Endamên Malbata Wî tên Kuştin

Karbidestên Pakistanê dibêjin di encama teqîna bombekê de li mala karbidestek herêmî yê hikûmetê de li herêmek eşîretî ya Bakûrarojhelat ew karbidest û Pênc endamên malbata wî hatine kuştin.

Karbidest diden zanîn , ew êrîş roja Êkşembî li bjarokê Sadda li herêma Kurram ser tixûbê Afxanistanê pêk hatiye. Ew dibêjin wê bombê karbidestê herêmî, Serfaraz Xan li gel hev jiya wî û çar zarokan kuştiye. Heta niha çi aliyekê berpisyaretiya wê êrîşê hil negirtiye.

Milîtanên talîban û hevalbendên wan êrîş kirine ser karbidestên Pakistanî wek tole standinê li hember operayona hikûmetê li dijî bingehên milîtanan.

Dinav bûyerek den de, karbidestên Pakistanê gotin roja Êkşembî balefirek bê sernişîn ya Amerîka malek bergoman ya milîtanan, li Wezîristana Bakûr, kiriye armanc û têde 13 kes hatine kuştin. Alê kêm yêk ji kuştiyan qomandarek herêmî yê milîtanane.