Alîkarî Jibo Haîtî  Berdewam in

Serbaz û balefirên bar kirî ji keresên xwarinê û dermanan ku gelek pêdivî ne hêdî hêdî digehin welatê Haitî ya hejar, piştî ku erdhêjîyek herî xirab di nav 200 salan de, Port-au-Prince a paytext kire wêraneyek. Lê, firînên gihandina alîkariyan firîngehên sereke tijî kirine.

Karbidestên Xaça Sor texmîn kirine ku 45000, heta 50,000 kesan dinav erdhêjîya 7 pileya Richter ya roja Sêşemê de jîyana xwe li dest dabin. Yaku avahîyên xelkê û xanîyên hikûmetê wêran kir û hejmarek bider li hisêbê xelk binax kir. Hinek xelkên Haîtî destên betal bikar anîne bo kolîn û rizgar kirina kesên di jêr kelaweyan de asê bûyî.

Şeqam pir bûne bi termên nixavtî li jêr germayê de û bêhna wan terman herder girtîye û xelk bi pîne û pero û rêkên din dev û difnên xwe dadipoşin.

Hevdem, hejmara kesên birîndar li pey pêragehiştinên dermanî digerin tê û zêde dibe.