Karbidestên ewlehîyê li Yemenê dibêjin, di encama êrîşeke esmanî de bi kêmî ve 6 mîlîtanên El Qayde hatîne kuştin.
Karbidest dibêjin êrîş roja Înî sibê, li eyaleta Sanaya Bakur ya nêzîkî tixûbê Erebîstana Suudî qewimîye û rêberê bilind yê leşkerî Qasim El Raimî, ku sala 2006ê ji girtîgeheke Yemenî de revîyabû jî nav wan kesan kuştî da ye.
Karbidestên Yemenî her wiha didine zanîn, êrîş 2 wesayîtên kirine armanc ku 8 endamên El Qayde tê de bûn. Di encama êrîşa esmanî de 6 kes hatine kuştin lê karbidest dibêjin 2 yên mayîn, ji êrîşê bi saxî filitîne.
Li sala 2007ê, karbidestên Yemenê îddîa kirîbûn ku wan Raîmî kuştin lê piştî testên nojdarî hate dîtin ku termê dîtî, yê kesekî din bû.
Hikûmeta Yemenî pênansînê dike ku li hember grûba xwecihî nav şerê da ye, ku bi navê El Qayde ya Nîvgirava Erebî tê nasîn.