Talîban li Pakistanê Dibêjit Rêberê Wê Saxe

Rêberê Pakistanî yê Talîbanê Hakimullah Mehsud li roja Şembiyê kasêteke dengî weşand wek belge ku ew hêj yê saxe, piştî hêrişeke muşekan zûtir vê hefiyê ya goman li ser heyî ji aliyê Amerîka ve bû.

Li nav wê kasêta dengî, Mehsud got ew birîndar ne bûye û her wisa behsê hêrişa muşekan ya roja Pêncşemê ji firokeka Amerîkî ya bê firokevan kir.

Talîbana Pakistanê li roja Înî kasêteka dengê Mehsud weşand, lê wê kasêtê çi dem yan roj diyar ne kirin.

Zûtir li roja Şembiyê, Richard Holbrooke, nûnerê taybet yê Amerîkî bo Afganistanê û Pakistanê, got ew nizane ka Mehsud li nav wê hêrişê hate kuştin yan ne.