Zelamê di cîhanê de bi nave Alî Kîmyayî hatiye naskirin liber bikar anîna çekên kîmyayî li dijberî xelkê sivîl li demê rejîma Saddam Huseyîn, jibo cara çarê li dadigehek Bexdayê bi îdamê hate hikim dan.
Vê care, Alî Hesen Al- Mecîd hate mehkûm kirin liber kuştina kurdan li sala 1988ê li bajarokê Helebçe li Bakûra Îraqê.
Hikmê îro yêk Şembiyê piştî sê hikmên din tê, yêk liber gunehbariyên li dijî xelkê Îraqê kirî demê karbidestek pile bilindê rejîma Sedam Husên bû.
Hikimê dawiyê li sala bihorî bû, demê Mejîd bi li dar danê hate hokim dan liber koştina mosolamên Şî’a li bajarê sedra Bexdayê li sala 1999.
Li ser wê biryara dadigehê, raporta peyamhinê me Goran Tofîq ji Bexdayê ve gohdarî bike