Xwenîşandan Dijî Seredana Parêzgarê Musil li Tilkêfê

Parêzgarê Musilê Esîl Nûceyfî roja Duşembî ji bo encam dana kombûnan ligel Karbidestan seredana bajerokê Tilkêfê kir.

Belê jimareka hevwelatiyên Tilkêfê xwenîşandan dijî wê seredanê kirin û ber avêtine otombîlên parêzgarî.

Ji bo belave pêdana xwenîşanderan, hêzên parastinê gazên rundik-rêj bikar anî û teqe bo asmanê kirin.

Parêzgar neçar bû seredana xwe pêşwext bi dawî bînit.

Bo pêzanînên pitir, fayla dengî ya servey vê perê kilik bike.