Roja Cîhanî Ya Zimanê Zikmakî li Surîyê 

Roja Cîhanî Ya Zimanê Zikmakî li Surîyê 

Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, helbestvan û nivîskar Husên Habeş derbarê rewşa zimanê Kurdî li Surîyê agahdarîyan dide.

<!-- IMAGE -->

Birêz Habeş dibêje, zimanê dayik wekî şîra dayik helal e û mafê ti kes tune ku zimanê te ji te bistîne. Mixabin li Surîyê gelê Kurd hîn jî, nikane zimanê xwe bi azadî deng bike û zimanê xwe yê zikmakî li xwendîngeh û warên din yên jîyanê bikar bîne.

Husên Habeş her wiha dide zanîn ku, her çi qas azadîya Kurdan tune be ji, piştî serhildana 12ê Adarê edî tirs nemaye û gel bi wêrektir li ziman, wêje û çanda xwe xwedî derdikeve.

Guhdarên hêja, heku bixwazin guhdarîya vê hevpeyvînê bikin, kerema xwe fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.