Panela Derbarê Tirkîye li Kongresa Amerîkî

Panela Derbarê Tirkîye li Kongresa Amerîkî

Do li Kongresa Amerîka de panele bi navê Tirkîyeke nû û girîngîya wê bo herêmê û Amerîka hate kirin. Ew panel ji alîyê Civata Turkuaz ya Tirkî ve hatîbû organîze kirin.

<!-- IMAGE -->

Panel bi vekirina pisporê navdar Graham Fuller vebû. Fuller berê di CIA de jî kar kiribû û wî gelek nivîsar li ser Kurdan jî nivîsîbû. Graham Fuller di axaftina xwe de bal kişand ser rola Tirkîye li nav cîhana Îslam:

Fuller dibêje, Tirkîye ji alîyê demokratîk bûnê ji hemî welatên din yên Misilman pêştir e û her wiha, li gorî gelek welatên dinyayê jî baştir demokrat e. Di şîroveyên xwe de Graham Fuller her wiha anî zimên ku Tirkîye têkîlîyên xwe ligel welatên cîran jî baştir kirîye. Wekî mînak, edî tenê ji alîyê pirsa Kurdî li Îran û Surîyê nanêre û dixwaze peywendîyên pir alî ligel wan biafrîne.

Paş vekirina Fuller, Profesorê Koleja Şerî ya Netewî û endamê Enstîtuya Brookîngs Omer Taşpinar mafê axaftinê wergirt. Taşpinar di axaftina xwe de giranî da ser pirsa Kurdî û wusa got rêvekirina hikûmetê bo pirsa Kurdî tiştekî erênî ye lê vê gavê ev proses sekibnîye:

Pirsa Kurdî li vir e, wekî pirsekek herdemî didome û hikûmet nîyet hebû mafê Kurdan bide. Lê, gelek kes hîzir dikin ku pêşketin çênabin û ev proses sekinîye. Tenê başî ev e ku, pirsa Kurdî bi serbestî tê gotûbêj kirin. Lê li alîyê sîyasî, Tirkîye di rewşeke dijwar da ye. Çimkî pêngavên pêdivî nayên avêtin ku bersîva hêvî û daxwazîya Kurdna bide û Tirkîye bike welatekî pir çandî û pir nasnameyî. Her wiha, cîyê rexne ye, ku ti hewila guherîna qanûna bingehîn jî tune ye, ku derfeta mafên berfirehtir bide Kurdan.

Piştî axaftina Taşpinar, serokê Komeleya Rojêva Mafê Mirovan û nivîskarê Todays Zaman Orhen Kemal Cengîz ku ji Tirkîye hatîbû destbi axaftinê kir.

Cengîz di axaftina xwe de rexneyên giran li medyaya Tirkîye girt û got, medyaya Tirkîye naxwaze rastîyan binivîse. Tevî ku rexistineke ne qanûnî bi navê Ergenekon derketîye û plana wê ya darbeya leşkerî eşkere bûye, ku hikûmeteke demokratîk ji desthilatê dûr bêxe, piranîya medyaya Tirkî gel dixapine ku tiştejî wî rengî tuneye.

Cengîz her wiha behsa pirsa Kurdî jî kir û got, dema li başûra rojhilata Tirkîyê hêzên ewlekarîyê zulm p zordarî li ser Kurdan dimeşandin, medya bi heman rengî dinivîsa û çavên xwe û guhên xwe ji rastîyê re digirt.

Gelek gundên Kurdan ji alîyê hêzên ewlekarî ya dewletê ve hatin weran kirin, ku tê texmîn kirin hejmara wan 3 hezar 500 bûn. Û bi hezaran kesli herêmê tê îddîa kirin ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin. Gava li medyaya Tirkî binêrî, tuyê ecebmayî bimînî jiber ku medyaya Tirkî ti car qala wan kiryarên xirab nedikir. Raportek yan jî nûçeyek li ser wan tiştana di medyaya de dernediketin.

Paş axaftina Orhan Kemal Cengîz, ji Transatlantic Academy, Joshua W. Walker axaftinek kir û behsa req bûna navxweyî ya li Tirkîye kir.

Dû re ji Weqfa Marshall ya Alman Ian Lesser mage peyîvînê wergirt û qala peywendîyên Tirkîye û Rojava kir.

Piştî Lesser, endamê berê yê Yekîtîya Ewrûpa û Şîretvanî Serekî li Navenda Sîyaset ya Stenbolê li Zanîngeha Sabanci li Tirkîye Joost Legendijk peyîvî û agahdarîyên berfireh da, li ser pêşketinên dawî li Tirkye û têkîlîya wê ligel Yekîtîya Ewrûpa.

Di dawîya panelê de Alexander Jackson, Sernivskarê Govara Lêkolînên Qafqasya axaftnel li derheqa peywendîyên Tirkîye ligel û Rûsya û Ermenîstanê kir.

Di Panelê de her wiha beşa pirs û bersîv jî hebû û mêvanên bernamê derfet dîtin ku pirsên xwe raberî peyîvdarên panelê bikin.

Guhdarên hêja, heku bixwazin guhdarîya vê hevpeyvînê bikin, kerema xwe fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.