Ceneral Petraeus: Îran Gefeka Sereke ye bo Tenahiya Herêmê

Ceneral Petraeus: Îran Gefeka Sereke ye bo Tenahiya Herêmê

<!-- IMAGE -->

Komandarekê Leşkerê Ameîrkî dibêje Îran gefeka serekî ye bo tenahîya herêmê, di demekê de ku bernama navokîya wê berdewam e û guhê xwe nade biryarên Civata Tenahîya Netewên Yekgirtî.

Ceneral David Petraeus, komandarê hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn û Asya Navend, li kombûna Senata Amerîkî roja sêşembî got eger Îran şiyanên çekên navokî bideset bîne, dê herêmê ne tenah ket û bibe sedema çêbûna berîkanêya çekan li herêmê.

Ceneral Petraeus her wiha got ku Îran berdewam e li biçek kirin û piştevanî kirina grupên tondrê li Îraq, Lubnan, Xeze, û bi astekê kêmtir li Afganistanê.