<!-- IMAGE -->
Wezîra derve ya Amerîka Hillary Clinton dibêje Washington Îraneka bi çekên navokî qebûl nake.
Wezîra derve her wiha got ku Amerîka kar dike ji bo danana sizayên nû yên karîger dijî Îranê ji bo bersing girtina Tehranê li bidest anîna çekên navokî.
Di gotarekê de li konferansa rêkxistiyeka piştevana Îsraelê roja Duşembî, Clinton got Washington dawa sizayên nû dike, ku nîşê didin rêberên Îranê naxwazin ev pirse çareser bibe.
Washington û welatên hevalbendên Ewropî kar dikin ji bo ragehandina çarem gera sizayên Civata Tenahî ya Netewên Yekgirtî dijî Îranê ji ber berdewam bûna Tehranê li zax kirina uranyomê.
Ji bo guhdarî kirina peyva wezîra derve derbarê Îranê, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike