Rewşa Sûrîyê Piştî Pîrozbahîyên Newrozê

Rewşa Sûrîyê Piştî Pîrozbahîyên Newrozê

<!-- IMAGE -->

Di encama pîrozbahîyên Newrozê li bajarê Reqqa de bûyerên nebaş qewimîbûn. Hatîbû ragihandin ku 2 kes hatine kuştin û jimareke Kurdên din jî birîndar bibûn.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, bizavkarê mafê mirovan Îhsan Efrînî li ser rewşa vê gavê li Sûrîyê deng dike û agahîyên nû dide.

Birêz Efrînî dibêje, îhtîmaleke mezin heye ku bûyerên Reqqa ji berê de plan kirîbûn. Çimkî ji nexweşxaneyên bajarî hatîbûn xwestin ku cîyên vala bo 21'ê Adarê peyda bikin.

Guhdarên hêja, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka alîyê raste kilîk bikin.