Çîn Daxaz Dike bi Dayelog Aloziyên Xwe Ligel Amerîka Çareser bike

Çîn Daxaz Dike bi Dayelog Aloziyên Xwe Ligel Amerîka Çareser bike

<!-- IMAGE -->

Hikûmeta Çînê ragehand ku dixwaze bi dayelog û danûstandinan ciyawaziyên xwe ligel Amerîka çareser bike.

Peyvdarê wezareta derve Çin Gang li Pekînê gote peyamnêran ku hikûmeta Çînê amade ye têkeliyên xwe ligel Amerîka bihêz bike.

Têkeliyên nêvbera Çîn û Amerîka jiber jimareka pirsan aloz bûne, ji wan nirxê diravê Çînê. Karbidestên Amerîkî dibêjin Çîn nirxê diravê xwe, yuan, kêm dike da ku nirxê berhemên Çînî kêm bibe û hinarde (eksport) a Çînê zêde bibe.

Fişar û giranî li ser wezareta diravî ya Amerîkî zêde dibe da ku Çînê wek welatekê bide nasîn ku destkariya nirxê diravî dike.