<!-- IMAGE -->
Amrîka û hêzên din yên mezinên rojava dixazin piştgîriya Navneteweyî bo sizayên nû li dijberî Îranê peyda bikin liber pirograma wê ya navokî, lê Tirkiyê û welatên Erebî çi îşaretên rohn yan erênî bi wê daxazê nedayne. Li gel wê çendê jî , lêkolerê mêhvan li zanîngeha Georgetown, li Washington ê, Idrîs Ehmedî, dibêjit wan welatan nîgeraniyên rijd lidor bizavên navokiyên Îranê hene lê naxazin dinav raya giştî de wek tagirên welatên rojavayî bên dîtin.
Dirêjiya gotinên birêz Ehmedî dinav vê hevpeyvînê de cih girtine ku hevkar Kawe Kirmanc ji Pişka Kurdî dengê Amerîka pêre encamp daye. Demê fayla dengî 7: 45 e.