Leşkerê Amerîkî li Iraqê şer kir  ligel gerîlayên berguman  li nêzîk bajarê Feluce - 2003-09-23

Leşkerê Amerîkî şer ligel gerîlayên berguman kir li nêzîk bajarê Feluce ku buye cihê alozkariyan. Xelkên xucihî dibêjin sê Iraqî hatine kuştin û sê yên dî jî birîndar bun. Lê, leşkerê Amerîkî kuştina êkê ji wan piştrast kir.

û ji aliyekê din ve, raport radigehînin ku civata rêveberiya Iraqê biryar da karmendên telefiziyona erebî el-Jazîre û el-erebiye ji Iraqê derbêxin.

Ji ber belave kirina kasêta dengê Sedam Huseînî rexne li wan dû telefiziyona hate girtin.

Dirêjiya vê raportê ya di vê odyo fayelê da.