Eqîle el-Haşimî bi egera birînên zikê xwe jiyana xwe ji dest da - 2003-09-25

Endama Civata Hukmî ya Iraqê ku li heftiya borî li derveî mala wê teqe lê hatibû kirin û birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Destelatdariya demî ya hevpeîmana bi rêberiya Amerîka dibêjit Eqîle El-Haşimî iro pêncşembî li nexoşxaneka leşkirî bi egera birînên zikê xwe jiyana xwe ji dest da.

Karbidestên Iraqî dibêjin xanima El-Haşimî êk ji wan sê jinên di civata Hukmî ya 35 endam bû ku li roja şembî ya borî li derveî mala wê teqe lê hatibû kirin.