Tûrkiya dibêjit: Wê jimarek kesên gûman lê kirî girtîne ji bo paywendîya wan bi ew peqînên roja pênc şembî li Istenbûlê, kû têda bîst û heft kes hatne kûştin.
Lê karbidestan pêzanînên kem li ser levekolînê gel wan gûmanlêkirîyan ragehandîne.
Wezîrê derveya Brîtanya Jack Straw dibêjit: Ev hêrişe nîşanên tora Tîroristîya El-Qaîda pêva diyare.
Evro serok Bush bi telefonê gel serok wezîrê Turkiyê Recep Tayyip Erdogan peyîvî û serexoşî lê kir.