Tawanên Sedam Husênî. - 2003-12-15

li sala 1988 rijêma Sedam Husênî çekê kîmyawê dijî Kurdan bikar îna li pişka bakûra welatî û bi hezaran zarok û jin xelkê medenî kuştin. Serok Sedam Husên dû şerên ne serkeftî kirin.

Li sala 1980 kefte erdê Iranê û şerkê 8 salî kir û li sala 1990 Kwêt dagîr kir û ew dagîr kirin bû egera şerê Kendavê û 12 salên toleyan li ser xelkê Iraqê.

Piştî li meha 4, Nîsanê, hêzên hevalbenda bi rêveberiya Emerîka rijîma Sedam Husênî ruxandî, ew ma veşartî bo demê heşt mehan.

Herdû kurên wî, Ûdey û Qusey ji jina wî ya êkê, hatin kuştin di şerekêde digel hêzên Emerîkî li bajarê Musil. Bawerî heye ku wî kurek binavê Alî ji jineka dî hebit.