Serok Bush berevanîyê li biryara xwe diket bo çone şerê li dijî Iraq - 2004-02-08

Serok Bush berevanîyê li biryara xwe diket bo çone şerê li dijî Iraqê û dibêjit Sedam Huseyn mirovekê metirsîdar bû û her nebît ew dîşya çeka çêbiket.

Li çavpêkeftinekê de ligel telefizyoneka Emerîkî serok Bush got biryara wî rewa bû, her çende çekên wêran karîya giştî li Iraqê nehatîne vedîtin.

Serok Bush got ew amadeye digel ew komîsyona nû hatîye damezrandin bo lêvekolîn li ser kêmasî li zanyarîyên agehî berî şerê Iraqê baxivin.

Lê wî got ew komîse piştî helbijardinên serokatîyê li heyva 11 raportên xwe li ser wan zanyarîyan ragehînên.