Serok Bush careka dî berevanî li biryara xwe ya şerê dijî Iraqê kir - 2004-02-09

Serok Bush careka dî berevanî li biryara xwe kir ku Iraq dagîr kirî û got rêberê ladayî Sedam Husên mirovekê dîne û gefe bo li ser Emerîka û ya pêtivî bo ji ser desthelatê bête ladan. Roja Ekşembî di çavpêkeftineka telefizyonî da rêzdar Bush pênasîn kir ku çekêt wêrankarîya giştî li Iraqê ne hatîne peyda kirin u got di wextê xueda li dîv baştirîn agehîyan wî biryar da biçte şerê Iraqê. Berbijarê serekî yê demokrata bo serokatîyê sinator Jan Kêrî rexne li wan têbînya girtin û got, têbînîyêt noke yêt serok Boş ji têbînîyêt wî ko çend heyva berî şerî dabun gelek jêk cudane, hîngî rêzdar Bush çend cara gote Emrîkîyan, Iraqê çekêt wêrankarîya giştî yêt heyn.