Yêk ji rojnamevanêt Ferensî ku li Iraqê hatibû revandin hete berdan - 2004-04-14

Kenaleka telefizyona Ferensî radgehîne yêk ji rojnamevanêt wê li Iraqê hatye berdan piştî ku berî sê rojan ji alyê serheldayan hatibû revandin.

Rojnamevan Alexandre Jordanov roja yêkşembî li başûra Bexda hate revandin û yêk ji wan 40 byanîyêt ji 12 welatîyên cuda yêt desteser kirî bu ku karbidestêt Emerkî gotibûn ji alîyê serhildayan hatine revandin. berdewamîya tundutîjîyan û revandin û rehîne girtina mirovan li Iraqê bûye eger ku hidek welat pişikdarya xwe li Iraqê rabigirin.

Rûsya radgehînit ku dê li zutirîn dem her 800 karmendêt xwe ji Iraqê başvekêşit. Seroka Filipînê dibêjit biryara paşvekêşana hêzêt wê ji Iraqê li ser tenabuna rewşa tenahîyê wê dimînit li rojêt dahatî.