Iraq pêşnyaza Urdinê bu hinartina serbaza ret diket - 2004-07-03

Iraq pêşnyaza Urdinê bu hinartina serbaza bo wî welatî ret diket. Wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî evro şembî got ku hestîyarî heye biramberî operasyonên aştîparastinê yên welatin hev tûxîvên Iraqê li nav Iraqê. Lê wî got ev welate di şên piştevanîya çalakîyên Netewên Êkgirtî li Iraqê biken. Şah Ebdullah yê Urdinê roja pêncşembî pêşnyaza hinardina serbazên welatê xu kir bo Iraqê. Herwesa Yemen pêşnyaza hinardina hêzên xu kir bu Iraqê eger daxaz jê bihête kirin.