Li Iraqê bi kêmî 6 nobetdarên niştîmanî yên wî welatî hatine kuştin - 2004-07-03

Li encama hêrişeka xirapkaran bo ser xaleka pişkinînê li başora Bexda bi kêmî 6 nobetdarên niştîmanî yên Iraqê hatine kuştin. Jêderên saxlemîyê li bajerokê Mehmûdîye, ku dikevîte 60 kîlometra li başora Bexda, dibêjin li ew hêrişa şembî 4 serbazên din birîndar bîn. Hevdem, leşkirê Emirîkî ragehand ku li demê geryanekê li dîv çekên ne kanonî li başora Bexda, sarbaza kargeheka çêkirina bombên peqandina otombîla vedîtine. Karbidestên Emirîkî dibêjin ku serbaza dest biser 4 otombîla girtîne ku amade bîn bihêne peqandin û nizîkî 50 kes li wî cihî girtîne.