Wezîrê derveya Iraqê li Birussel digel hevberêt xo li êketiya Eurûpî kom bûîn - 2004-07-12

Evro li Birussel, wezîrê derveya Iraqê digel hevberêt xo li êketiya Eurûpî (Europe) kom bûîn da liser awayî pişikdarbûna wê cıvata 25 endam li bizava avakirina welatê wî danûstandina kirin.

Berî kom bûnê, wezîrê derveyê Iraqê Hoşyar Zêbarî gûte radio ya Birîtanî kû Iraq ya bizavê diket kû harîkarîyet abûriy ne bi rêka alîyê sêyî belkû rastewxo bigehne gelê Iraqê.

Herwesa çaverê tête kirin kû rêzdar Zêbarî evro li bingehê NATO li Birûssel liser pêşniyaza wê hevalbeniyê bo harîkariyê li hînûfêr kirina hêzêt parastina Iraqê danûstandin biket.

Li kombûna bilind ya heyva bûrî rêberêt NATO qayil bûn kû hêzêt parstina Iraqê hînûfêr biken lê Firansa û Elmaniya bi hebûneka resmî ya NATO li Iraqê qayil ne bûn.