Evro kongirîya nîştimanî ya partîya dîmokrata Amrîkî di bo roja sêyem berdewam bît - 2004-07-28

Evro kongirîya nîştimanî ya partîya dîmokrata Amrîkî di bo roja sêyem berdewam bît û têda Senator John Edwards di bi şêweyekî fermî, berbijar kirina xwe bo cêgirê serokî qebîl ket.

Sînator John Kerry jî evro geheşte Boston û li roja pênc-şembî ku roja dawîya kongirê ye ew di ber bijar kirina xwe ji layê partîya dîmokrat bo serokayetî qebîl ket.

Hejî gûtinîye, li demê dû rojên bûrî karbidestên bilindên dîmokrat û yên dî rexne bihêz li sîyasetên serok Bushî girtîye û pesna rêberayetîya birêz Kerry û birêz Edwardsê kirye.

Li roja sê-şembî senatorê sitana Illînoy Barack Obama gûtara serekîya kongirê pêşkeş kir ku têda daxazên bi hestekê beriz bo dadwerîya sosial digel daxazên bo nîştimanperweryê têkel kir bî.