Li Paragûay agir berbîye bazareka pir hatûçoya wî welatî û têda 280 kes hatine kuştin û pitir ji 100 kesên dî birîndar bîn.
Deselatdar dibêjin borîya gazê li xarnegeheka wê bazarê li nîvroja roja êkşembî peqî û her zî agir berbîye beşên dên wê bazarê ku dikevîte dervey paytextê Paregûay.
Serokê Paragûay seredana wî cihê kir û 3 rojên behîya nîştîmanî ragehand û herwesa hikumetê daxaza alîkarîyên saxlemî kir li cîranên Paraguay bo tîmar kirina birîndaran.