Wezîrê derveyê Birîtanî Jack Straw seredaneka ji nişkî ve kire Iraqê û digel karbidestên Kurdên Iraqê kom bû.
Sebaret seredana ne çaverê kirî ya berêz Straw û kombûna wî digel sikrtêrê giştiyê Êkêtiya Nîştîmanî Kurdistanê Celal Talebanî û serok wezîrê ya hukumeta herêma Kurdistanê li Hewlêr Nêçîrvan Barzanî, peyamnêrên me Letîf Nêrweyî û Omer Ferhadî dû raport hinartiye.