Karbidestekê bilindê ser bi oldarê tondrê Moqteda El-Sadir dibêje ku çekdarên El-Sadirî li roja dûşembî dê çekên xwe danên - 2004-10-09

Karbidestekê bilindê ser bi oldarê tondrê Moqteda El-Sadir dibêje ku çekdarên El-Sadirî li roja dûşembî dê çekên xwe danên, piştî evro şembî ew gehiştine rêkeftinekê digel hikometa Iraqî û karbidestên Emirîkî. Karîm El-Baxatî dibêjê çekdar dê çekên xwe dene Polisê Iraqî li bizavekê bo vegerandina aştîyê bo bajêrê El-Sadir û destpêkirina pirojeyên avakirnevê li wî bajêrî. Wî got hemberî vê hikomet û hêzên Emirîkî dê operasyonên leşkirîyên xwe li wê bajêrê Şîyan ragirin. Berî nîke, Moqteda çend cara gehiştîye rêkeftine digel hikometa demkî, lê zor cara sozên xwe biceh neynayne.