Rê u resmê behya Yasser Arafat li Qahîre iro heynî dest pêkirin û bi dawî hatin  - 2004-11-12

Rê u resmê behya rêberê Felestînî Yasser Arafat li Qahîre iro heynî dest pêkirin û bi dawî hatin dema rêberê welatên erebî li dû mewkibê termê wî keftin.

Şêxê mizgefta el-Ezher Ya Misrê, Mohammed Sayed al-Tantawi, got rêzdar Arafar bi dirêjiya jyana xwe xizmeta gelê xwe dikir.

Bêwejina rêzdar Arafatî xanim Suha û keça wê ya 9 salî bi çavên girî berê xwe didane termê wî dema berev bajarê Ramalla li kenarê rojava birêkeftî. Xelkê lêk civyay bi bê dengî rawestan dema sirudên nîştîmanî yên Felestînî û Misrî hatye lêdan.

Rê u resmê behya rêzdar Arafat li Misrê bun, cihê ku gelek bawer diken lê peydabuye, çinku jibo rêberên ereb bi zehmet bu biçine deverên Felestînî yên li jêr dest Israelê de.