Wezîrê demkîyê parastina Iraqê dibêjît operasyona kontrol kirna bajêrê Felluce bi encam gehişt û beşeka kema berevanîyê maye. Qasim Dawid evro şembî li Bexda gote peyamhinêran pitr ji 1000 xirapkar hatine kuştin û 200 çekdar hatîne girtin. Li başora wî bajêrî serbaz bi harîkarya tankên Emirîkî mal bi mal digeryên. Hevdem, karwanekê harîkarya mirovayetî şiya biçîte nav bajêrê Felluce.