Li bajarê Baiji li bakura Iraqê otombêleka bombe kirî peqî û bu egera kuştina 5 kesa - 2004-11-17

Şahid dibêjin li bajarê Baiji li bakura Iraqê otombêleka bombe kirî li nêzîkî karwanekê leşkirê Emerîkî peqî û bu egera kuştina bi layê kêmîve 5 kesa û birîndar buna zêdetir ji 10 kesa.

Desthelatdar li wêrê hêştan eşkera nekirine navê qurbaniyên peqîna îro çarşembî, ku li nîva rêkê nav bera Bexda û bajar Musil li bakurî qewimî.

Pekdadan nav bera hêzên hevpeymana û xirapkaran ya li hemî deverê belave buye ewey serbazên Emerîkî û yên Iraqî hiriş kirine ser bajarê Feluce li destpêka heftiya borî.

Hêzên hevalbenda berdewamin di hêriş kirinê bo ser bingehên xirpkaran li Feluce, ku hêşta hindek deste yên çekdaran li wêrê mane.

Karbidestên leşkirê Emerîkî li Musil dibêjit rewş li wêrê ya tenatir buye piştî kiryara leşkirî ya tund li roja sêşembî bo kontrol kirineva bingehên polîsa û avahiyên hikumetê ku xirapkaran li heftiya borî girtibun.