Partîya Dîmukrata Kurdistanê û Yêketîya Nîştîmanî ya Kurdistanê li havîngeha Selahedîn kombunek hevpişk girêdan. - 2004-11-18

Herdu mektebên siyasî ya Partîya Dîmukrata Kurdstanê û Yêketîya Nîştîmanî ya Kurdistan bi serokayetiya berêz Mesoud Barzanî û berêz Celal Talebanî kombunek hevpişik li havîngeha Selahedîn girêdan.

Ew kombun, ku li roja çarşembî li Kurdistana Iraqê hatê girêdan, bi mebesta yêkxistina helwêstaye sebaret bi rewşa siyasî ya Kurdistanê û ya Iraqê û bi taybetî mesela helbijartinên giştî hate rêxistin.

We biryare ku li roja pênçşembî herdu al li havîngeha Dokan kombuneka dî ya her wesa girêden û encamên wê bo gelê Kurdistanê ragehînin.

Sebaret bi vê kombunê, peyamhinêrê me Letîf Nêrwey ji Sulaymaniyê Raportek amade kiry. Heke te bivêt guh bideye wê raportê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.