Karbidestên Iraqî daxazê diken qonax bi qonax helbijartinên nîştimanî bêne encam dan - 2004-12-09

Li demê ku muhleta dumahîyê ji bo nivêsîna navên berbijaran nêzîk dibit, karbidest bilind yên Iraqî piştevanîya xwe dyar diken jibo pêşnyaza encamdana helbijartinan, ku biryare li 30 meha bêt bêne kirin, bi dirêjahiya 2 heta 3 heftîyan bihêne encam dan.

Karbidestên wezareta navxwe li roja çarşembî gotin dengdanên qonax bi qonax dê karê zêrevanên navnetewey asan ket û pişt rast ket ku hemî dengderên Iraqî dê derfeta hindê hebin dengî biden.

Serok wezîrê berwext yê Iraqî Iyad Allawi sure li ser hindê ku ev nexşe dê rewşa tena misoger ket.

Çi axiftinên fermî li ser vê pêşnyazê ji layê komisyonê dengdanê ya bêlayan nehatîye ragehandin ya ku dê biryarê li ser şêweya bernama dengdanê det.

Berbijaran heta roja heynî muhlet hene ku navên xwe jibo berbijarîyê binivêsin. Karbidestan heta nuha navê pitirî 200 partîyên siyasî, deste, û kesayetîyan nivêsîne.

Perlemanê nuî dê desturê nuî nivêsît û dê serok wezîrî helbijêrit v