Jeniral Myers berevanî ji bizavêt parastina leşkerê Emerîkî kir li Iraqê. - 2004-12-23

Li konfiranseka rojnamevanî da li Pentagon Jeniral Myers got tîmeka lêvekolan vekolînê li ser jêderê wê peqînê diken da bizanin heke hêrişeka xwekuj bît.

Jeniral Myers dibêjît "Lêvekol nêzîk bune ku lêgeryana xwe bi dumahî bînin ka egerêt peqînê çi bune. Nuha we ya dyare ku destegeheka peqandinê buye û hêrişkerê peqandîye. Ez we pişt rast dikem ku her tiştekê bişên dê keyn heta di gehîne rastîyê ka çi buye û me pêngavêt pêtivî havêtîne da nehêlîn hêrişên weku vê li paşerojê biqewimin."

Hêşta xuya nebuye ka çewa bombe helgirekê rêk hebuye biçîte di nav hola xarinê da ku bi sedan serbazêt Emerîkî û nobedarêt nîştimanî yêt Iraqî û kontiratçîyêt medenî xarinê li wêrê dixun.

Komeleka milîtana bi navê leşkerê Ensar el Sine berpirsyarîya xwe beramberî wê hêrişê dyar kirye û dibêjit kiryareka Istişhadî bûye. Jeniral Myers berevanî ji bizavêt parastina leşkerê Emerîkî kir li Iraqê û dibêjit ev bizave dê her kesekê ragirît ku bizavê biket xwe bi peqînît an jî dê geleka bi zehmet bît we biket.

Jeniral Myers dibêjit "we ya dyare ku bombe helgirekê xwekuj buye û kerestekê peqandinê bi xweve girê dabû. û çubuye hola xarinê. Em dizanîn k bi zehmete kesêt xwekuj bêne rawestandin." û dibêjit di ser hindê ra ku zêdegavî diberdewamin, lê hêzêt hevalbenda di rijd û micidin ku helbijartin li wextê dyar kirî bêne kirin, ewjî li 30 meha yêk.

Di heman konfiransa rojnamevanî da wezîrê berevanîya Emerîkî Donald Rumsfeld got ew çaverê diket ku xirapkarî berdewam bît heta piştî helbijartina.

Rêzdar Rumsfeld dibêjit "heke em hizir bikeyn ku dê Iraqeka bi aştî hebît ew dê xeletî bît. Mebesta min ewe ku rast-bîn bîn. ev kesêt henê dê gelekê ji dest den. Tund rê û tîrorîst û kesêt ku dixazin dest helata xwe vegerênineve dê bizavê ken ku xisar nebin û dê her tiştekê bişên dê ken da wê derfetê bibînin ku serbikevin û tivya emjî her tiştekê bikeyn da ew biser nekevin."

Di ser hindêra ku hêriş li ser bingehekê Emerîkî li Musil hatye kirin, lê wezîrê berevanîyê Rumsfeld rijdîyê diket ku di şerê dijî xirapkaranda dê serkevin û di kiryara parastina hêzêt Emerîkî da beramberî hêrişêt tîrorîsta dê serkevin.