Bi kêmî 8 kes li Bexda hatine kuştin - 2004-12-25

Polîs li Iraqê dibêjin hêrişberekê xokuj otombîleka vegohastina petrolê peqand û li encam 8 kes hatine kuştin û 20 kes birîndar bîn, çend demjimêreka piştî wezîrê berevanî yê Emirîkî Donald Rumsfeld seredana Bexdayê kir. Ew peqîn demekê direng roja eynî li taxê El-Mensor çêbî, ku jimareka balyozxanêt Erebî li wê deverêne. Ji layekê dîve, kenaleka televisyonya Turkî ragehand ku bazirganekê Turk ji layê çekdarêt nenyas li Iraqê hatye revandin.