Felestînî birev bingehêt dengdanê diçin - 2005-01-09

Felestînî evro yekşembî birev bingehêt dengdanê diçin bo helbijardina rêberekê da cihê Yasir Erefatî bigrit. Pirosa dengdanê li Kinara Rojava û devera Xeze bi şêweyekê asayî birêve diçit. We çaverê dihête kirn serokê Rêkxistîya Azadkirna Felestînî Mehmud Ebas zorîna denga bidestve bînit. Birêz Ebasî got ku birêve çûna helbijardina bi şêweyekê baş nîşana hindêye ku Felestînî birev dîmokrasîyê diçin. Serokê berî yê Emirîkî Jimmy Carter, ku nuke çavdêrîya helbijardinêt Felestînî diket, dibêjît ew geşbîne ku helbijardin dê rast, vekirî û rewa bin.