Cêgirê Rêveberê Polîsên Bexda û kûrê wî yê efser hatine kuştin.  - 2005-01-10

Çekdarekê ne eşkera teqe li cêgirê rêveberê polîsên Bexda kir û kuşt.

Karbidestên Iraqî dibêjin çekdaran Amer Nayef û kurê wî yê efser kirine armanca hêrişa xwe li demê ku ew herdûk li sipêdehîya îro dûşembî ji mala xwe li taxê Dore li başûra Bexda derkeftin.

Kuştina wan 6 roja piştî hingî têt ku xirapkaran teqe li Fermandarê Bexda û 6 nubedarên wî kirîn û kuştîn.

Li deverên dî yên paytextî, Karbidestên Emerîkî dibêjit îro 2 serbazên Emerîkî hatine kuştin û çarên dî biryndar bun demê ku qumbeleka li ser rêkê bi zirîpuşa wanve peqî.

Bi alîyekê dîve, karbidest dibêjin hêrişvanekê xwekuj bi otumbêleka ku bi fêl wekî otumbêla polîsan lêkiribû û pirî kerestên peqînê bû ço di nav bingehekê polîsan da li başûra Bexda û xwe peqand ku bi layê kêmîve 3 kes kuşt û hindekên dî biryndar kir.

Piştî hingî, Serok Wezîrê Iraqî Iyad Allawi desteser kirina hindek çekdarên berguman ragehand ku peywendî bi Partîya Be'th ya Sedam Husênî ve hene.