Papa John Paul li jîyê 84 salîda çuwe ber dilovanîya xodê - 2005-04-03

Papa John Paul li jîyê 84 salîda seva roja şembî çuwe ber dilovanîya xodê. Evro li koşka Vatîkanê rêwresmeka rêzgirtinê bo termê Papa û oldarêt Romanêt Katolîk bo cara dûmahîyê rêz ji termê Papa girt. Bi deyan hizar kes li dêr û şeqamêt rex û çanêt dêra li Vatîkanê kombîn û jimareka zora xelkî şev li çarrêya Sant Peters bi ser bir piştî roja şembî dengûbasa mirina Papa bi wan gehişt li demjimêr 10 şev bi demê xwe cihî.