Çi barmite û xirapkar li bajarokê Madaen li Iraqê nehatine vedîtin.  - 2005-04-18

Karbidestên leşkerê Iraqî dibêjin hêzên wana çi barmite yan çekdar li bajêrokê li başûra Bexda nedîtin li demê li duîv hindek wan raportan çone wêrê ku digotin xirapkarên sunî desteyeka ruîniştîvanên şî’e revandîne.

Wan karbidestan ew têbînîye îro duşembî gotin piştî ku hêzên Iraqî li bajarokê Madaen li duîv wan digeryan.

Wan hêzan, ku hatîye ragehandin hêzên Emerîkî piştevanîya wan dikirin, li roja yêkşembî rexuçanên wî bajarî girtin li piştî axiftinên rêberekê şî’e, ku navê wî nehatîye eşkera kirin, ku digot revînkarên sunî gefa kuştina hemi barmiteyan dikirin heke şî’e ji wî bajarî neçine derê.

Li roja yêkşembî, karbidestên Iraqî gotin hêzên Iraqî 15 malbatên şî'e rizgar kirin ku digotin ji alîyê xirapkarên sunîve hatibune revandin.

Lê hindek jêderên dî digotin pirsgirêkên li wî bajarî tinê pişkek bun ji pirsgirêkên navxweyî ku jiber mebestên siyasî gelek hatibune mezin kirin.