Karbidestekê bilindê wezareta bazirganîya Iraqê hate kuştin - 2005-05-22

Karbidestekê bilindê wezareta bazirganîya Iraqê ji layê çend çekdarêt nenyas li Baxda hate kuştin. Karbidestêt Iraqî dibêjin Eli Mûsa Selman, reveberê giştî yê wezaretê, evro spêdî li taxê El-Salam li Bexda hate kuştin. Herwesa di wê hêrişêda şûfêrê wî hate kuştin. Heji gotinêye li heftya bûrîş karbidestekê wezareta navxoyî û endazyarekê wezareta neftê hatine kuştin.