Bexda Sê Roj Dide Hewlêrê ku Kontrola Firîngehan Radestî Wê Bike

Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî di televîzyona dewletê de got ku hikûmeta Îraqê sê roj da hikûmeta Herêma Kurdistanê ku kontrola firîngehên xwe radestî wê bike.

Reuters bal dikşîne ku biryara Bexda, wek gaveke tolhilderî ya hember referanduma Kurdan hatiye avêtin.

Hikûmeta Bexda hefteya borî ji welatên bîyanî xwestibû ku firînên dîrekt ji firokexaneyên Hewlêr û Silêmanî rawestînin, lê tenê Îranê sekinandina firînên rasterast ji Kurdistana Îraqê re ragihandibû.