Dadgeha Tirk 1 Sal û 6 Meh Cezayê Zindanê li Rojnamevan Abdurrahman Gok Birî

Your browser doesn’t support HTML5

Rojnamevanê Kurd Abdurrahman Gok dîmenên dema kuştina xxwendekarê Kurd ê zanîngehê Kemal Kurkut di Newroza Amedê girtibû. Bi wan dîmenan eşekere bûbû polîsan Kurkut bi zanebûn armanc girtîye. Lê di derheqa Gok de ji endamtî û propagandaya terorê doz hatibûn vekirin.

Roja Pêncşemê doz bi encam bû û ew ji tawana endamtîyê beraat kir, lê ji propagandaya terorê 1 sal û 6 meh û 22 roj cezayê zindanê li wî hate birîn.