Foruma Aborî ya Cîhanê Dê di Rêbendana 2022'yan de li Davosê li Dar Keve

Rêvebirên Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) ragihandin ku foruma nû dê di 17 – 21’ê Rêbendana 2022’yan de li Davos ya Swîsreyê li dar keve.

Ew foruma aborî, ku karsaz û rêberên welatên cîhanê beşdarîyê lê dikin, dê rûbirû be.

Li gor daxuyanîyên rêvebirên forumê, karsaz û rêvebir dê di civînê de bala xwe bidin ser pêşdebirina aborîya hevbeş, karanîna teknolojîyên Şoreşa Çaran ya Sanayîyê û siberojeke berfirehtir ya karan.

Rêvebirên forumê par jiber pandemîya COVID-19 berê biryar dabûn civîna salane ya WEF’Ê li Sîngaporê çêkin û dûre ew betal kiribûn.