Artêşa Sûrî bi daxuyanîyekê ragihand ku hêzên wê û yên hevalbendên wê Ebu Kemal ji destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) sitand.
Artêşa Sûrî da zanîn ku ew niha li xalên mayîn yên bin kontrola DAIŞê şer dike û hindik maye ku ew rêxistina tundrê bi temamî ji Sûrîyê were paqij kirin.
“Rizgarkirina Ebu Kemal girîng e jiber ku pûçbûna projeya rêxistina terorîst DAIŞê li herêmê nîşan dide,” serfermandarîya artêşê ragihand.
Artêşa Sûrî di demên dawî de bi piştgirîya Hîzbullaha Lubnanî û mîlîtanên din yên Şîa û desteka Rûsya û Îranê gelek herêman ji bin kontrola DAIŞê derxistin.
Ebu Kamal li ser Çemê Firatê ye û li parêzgeha Dêrezor ya hevsînora Îraqê ye.
Roja Çarşemê di dema şer de hêzên Hîzbullah ketibûn nav axa Îraqê û yên Heşda Şaabî ya Îraqî jî ketibûn hindurê axa Sûrîyê ku bajêr kontrol bikin.