Admîral Mullen Piştevanîya Xwe bo Biryara Serok Obama Dîyar Kir

Karbidestê herî mezinê leşkerîya Amerîkî piştevanîya xwe ragihand jibo fermana serok Barack Obama; piştî serokî biryara guhertina postê qumandarîya hêzên Ameîrkî li Afganistanê da.

Di gotarekê de li Washington roja Pêncşemê, Admîral Mike Mullen, got ew piştevanîya biryara serok Obama dike jibo destnîşan kirina berpirsê Qumandarîya Navendî ya Amerîkî David Petraeus li cihê General Stanley McChrystal.

Serok Obama roja Çarşemê kar berdana McChrystal qebul kir, piştî belav bûna raportekê li kovara Rolling Stone ya Amerîkî. Di wê raportê de, General û alîkarên wî axaftinên bê rêz û ne hêja beramberî karbidestên rêveberîya Serok Obama kirîbûn.