Di Êrîşeke Xwekujî de 3 Leşkerên Afganî Hatin Kuştin

Bombevanekî xwekuj îro Duşemê herî kêm 3 leşkerên Afganî li herêma Balkh ya bakurê welêt kuştin, pirtir jî 18 kesên din jî birîndar kirin.

Karbidestên Afganî dibêjin, otobuseke ku personelên artêşa Afganî dibir, armanca êrîşa li taxa Dahdadi bû.

Dîdevan ji rahihandinê re dibêjin ku wan herî kêm 8 term di nav qurbanîyan de dîtine.

Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mujahid di daxuyanîyekê de got ku wan êrîş pêk anîye û hejmara kuştîyên gelek pirtir e.